PeyamaKurd – 6 partiyên ku di bin sîwana navê ‘Hevkariya Kedê û Azadiyê’ de hêzên xwe kirin yek, li Îstenbolê li Navenda Kongra Halîçê damezrandin û nexşerêya xwe ragihandin. Ragihandin ji aliyê Levent Gökçek ê partiya EMEP ê û ji aliyê Melis Akyürek a ji partiya TİP ê de hat kirin. Di beyana wan de weha hat gotin:
“Sîstema ku yek lîderekî li ser piya dihêle, temamê mekanizma û dezgeyên ku wî xwedî dikin û têkiliyên ku mubtelatiyê diafirînin, guhertina wan armanca me ya ewiliye. Armanca me avakirina demokrasiyê ye ku divê ew demokrasî azadîxwaze be, demokratîk be û li ser bingeha yeksaniyê be.”
Di nav hêza “Hevkariya Kedê û Azadiyê’ de HDP, EMEP, TİP, TÖP, SMF, EHP hene. 6 partî bi slogana ‘Em ê tev bi hevre biserbikevin’ derketine rê û beyana xwe ya 4 rûpel ji bo raya giştî ragihandin. Babetên ku di nav beyana hevkariyê de hene wehanin:
-Hilbijartin ji bo Tirkiyê vatedare,
-Feqîriya aborî û civakî bûye pirsgirêka ewilî ya civakê,
-Hedefa me demokrasiya ku li ser destê gel bê avakirin,
-Di şûna ku pirsgirêka Kurd bi înkar û zorê bê fetisandin, divê ji bo wê pêngavên demokratik bên avêtin,
-Em welat bi awayekî azad û demokratîk ava bikin.
Hevserokê HDP ê Mithat Sancar jî di civînê de axaftin kiriye û weha ragihandiye:
“Em ê dahatûyê ava bikin. Tecrubeya bi salan ya tevegra Kurd bi têkoşîna gelên Tirkiyê re bigihînin hev.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin