PeyamaKurd – Hikûmeta Belçîkayê daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku di demek herî zû de Îranê biterikînin, ji ber ku rewşa niha ya ewlekarî li Îranê xirabtir bûye û metirsiya zêde ya binçavkirina keyfî heye.
Hikûmetê da zanîn, Balyozxaneya Belçîkayê ya li Tehranê wê nikaribe parastina Balyozxaneyê ya têr ji hemwelatiyên xwe yên ku hatine girtin û binçavkirin peyda bike.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê de hat eşkerekirin, li Îranê ne tenê geştiyarên Belçîkayî, herwiha kesên xwedî hemwelatiyên dualî jî ewle ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema girtin û binçavkirinê de, rêzgirtina ji mafên bingehîn û ewlehiya kesên ku têde hene, nayê garantîkirin."
Li gorî hikûmeta Belçîkayê, nûnertiyên dîplomatîk ji bo beşdarbûna rûniştinan di dadgehan de li Îranê garantî nînin û destûr nayê dayîn ku kesê girtî bi parêzerê xwe yê bijarte re hevdîtinê bike.
Ji ber vê sedemê hikûmeta Belçîkayê ji welatiyên xwe xwest ku demildest Îranê terk bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin