PeyamaKurd – Li seranserê Îranê 6 milletên sereke hene ku yek ji wan Azerînê û nikarin bi zimanê xwe bixwînin, rojname derxin, bi latînî binvîsin û her diçe asîmîle dibin. Li ser mijarê serokê Azerbeycanê İlham Aliyev got ku Azerî asîmîle dibin û sergirtî peyamê da rêvebiriya Tehranê. Aliyev peyama xwe di konferansa Baku de ya li zankoya ADA yê de da ku mijara wê ‘Jeopolîtîk, ewlehî û akonomî’ bû. Li gor ragihandina rojnama Turkiyê Aliyev weha got:
“Hemneteweyên me yên ku di derveyê Rêxistina Dewletên Turk de dijîn, mafê wan, ewlehî û parastina nasnama wan û ji bo asîmîle nebin, divê di nav rêxistina me de em tim girîngiyê bidinê. 40 milyon Azeriyên ku di derveyê Azerbeycanê de dijîn nikare bi zimanê xwe yê dayîkê perwerda xwe bike.
Divê ev bikeve rojeva TDT ê û li gor wê pêngavan bavêjin. Azerbeycan girîngiyê dide Azeriyên ku di derveyê Azerbeycanê de dijîn, mafê wan heye, azadiya wan heye û divê ewlehiya wan bê temînkirin. Em ê ji bo bi hemnetewa xwe yên ku bi qederê ji me dûr ketine, zimanê xwe, çanda xwe û têkiliyên dîrokî bi wan re qet neqetînin. Ji bo parastina Azeriyên Îranê ji destê me çi were em ê bikin.
Ez bi 3 serokkomarê Îranê re xebitîm. Muhammed Hatemi, Mahmud Ahmedinejad û Hasan Ruhani. Ew çend sale heya niha tiştekî weha nehatiye dîtin. Li dijî Azerbeycanê kîn, nefret û tehdîd ti carî nehatin kirin. Îran di nav çend mehan de li ser sînorê me 2 tetbîqatên leşkerî kir. Em ê her wext li hemberê daxwuyaniyên li dijî Azerbeycanê bersivan bidin.
Ji bo em nîşan bidin ku ji Îraniyan natirsin, em mecbûr man me li ser sînor tetbîqatên leşkerî kir. Ji bo parastina terzê jiyanê yê layîq û temamê Azerbeycanê di nav de, ji destê me çi were em ê bikin. Ew perçeyekî ji milletê me ye.”
Azerî li seranserê Îranê xwediyê nûfûsekî zêde ne û tenê navê Azerbeycanê, Kurdistanê, Belûcistanê an navên erdnîgariyê serbestin lê xwendin, radyo, televizyon, kovar, rojname an weşana bi latînî bi temamî qedexeye û ji bilî Farsan kes nikare vana bike. Azerbeycan di dîrokê de bûye du beş: Şîmalî Azerbeycan û Cenûbî Azerbeycan. Di dema şerê wexta Ebûfeyz Elçi Bey de ji ber Elçi Bey gotibû cenûbî Azerbeycan an ku Azerbeycana Başûr, Tehran bi balafiran ji Ermenistanê re sîlihan şandibû da li Ermeniyan bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin