Rêveberiya Xweser: Dixwazin li herêmê tevlîheviyê derxin...

Rêveberiya Xweser: Dixwazin li herêmê tevlîheviyê derxin...

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li ser teqîna Taksîmê, tawanbarkirina hêzên Rojavayê Kurdistanê û gefên ser herêmê daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser da xuyakirin, her çiqas hemû saziyên wan teqîna Stenbolê şermezar kirine û gotine ti têkiliya wan pê nîne jî Tirkiye bi israr e bixe stûyê wan û derewan dike.

Hat diyarkirin ku li êrîş ji aliyê saziyên îstixbaratê ve hatiye plankirin, lê dewleta Tirk piştî wê êrîşê, dîsa gef li herêmê xwar da ku êrîşî herêmê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ji van gefan armanc dike, tevliheviyê li herêmê derxe û hewldanên navneteweyî yên şerê li dijî terora navneteweyî têk bibe. Em bang li gelê herêmê dikin ku bibin yek û li hember hemû lîstok û planên dewleta Tirk li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin