PeyamaKurd – Piştî ku ji ber aloziya li Şingalê bi hezaran kes careke din aware bûn û berê xwe dan Duhokê, Wezîrê Perwerdehiya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku wê xwendekarên ji ber rewşa Şingal û derdora wê cihê xwe yê niştecîbûnê hiştine, bikarin li kampên Duhokê bikevin ezmûnên xwe û alîkarî bo wan were kirin.
Wezîrê Perwerdê Alan Heme Seîd bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, ji ber rewşa li navçeya Şingalê, bi taybetî li Sinûnê, Xanesor û Dugirê, xwendekaran berê xwe dane parêzgeha Duhokê, loma biryar dane ku li dibistanên herî nêz, xwendekarên koçber, navên xwe tomar bikin û ezmûnên xwe encam bidin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Wezîrê Perwerdê yê Kurdistanî îro Pêncşemê ligel Wezîrê Perwerdehiya Iraqê pêwendiyeke telefonî encam daye û daxwaz kiriye ku hemû rêkarên guncaw ji bo xwendekarên ligel malbatên xwe hatine Duhokê pêk bînin, da ku mafê xwendekaran parastî be.
Hat diyarkirin ku Wezîrê Perwerdehiya Iraqê soz daye ku Rêveberiya Perwerdehiya Neynewa erkdar bikin ku weke Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê pêngavan bavêjin û tîmên xebatê pêk bînin ji bo ku hemû rêkarên guncaw bigrin daku mafê xwendekaran ji dest neçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin