PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî yên wezareta tenduristiya îranê 144 kesên din ji ber nexweşiya koronayê can dan.
Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 2 hezar û 926 kesên din bi nexweşiya koronayê ketine û bi giştî hejmara tûşbûyan gihîştiye 32 hezar û 332 kesan û hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 378 kesan.
Almanya
Saziyên fermî yên Almanyayê îro eşkere kirin ku hejmara tûşbûyan gihîştiye 42,288 kesan û 253 haletên mirinê jî hatine tomarkirin.
Hat ragihandin ku di rojekê de 5,780 halet zêde bûne û hejmara mirîyan 55 kes e.
Fransa
Wezareta Tenduristiya Fransayê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 365 kesên din ji Covid-19 mirine ku ciwaneke 16 salî ku li Parîsê can daye jî di nav de ye. Li Fransayê hejmara miriyan gihîştiye 1,696 kesan ku rewşa 3 hezar 375 nexweşan jî giran e.
Îspanya
Yek ji welatê herî zêde mirin çêdibin li Îspanya jî di nav 24 saetên dawî de 769 kesan can da û hejmara miriyan gihîşt 4 hezar 858 kesan û tûşbûyî jî bûne 64 hezar 509 kes
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin