WHO: Tenê 10 welatan ji sedî 95ê derziyên koronayê kirîne

WHO: Tenê 10 welatan ji sedî 95ê derziyên koronayê kirîne

PeyamaKurd – Berpirsê Herêma Ewropa yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Hans Kluge, di civîneke rojnamevanî de amarên derbarê derziyên koronayê de parve kirin.

Hans Kluge herwiha bêyî ku navê wan bide ragihand ku heta niha ji sedî 95ê derziyên covid-19 ên hatine hilberandin tenê ji aliyê 10 welatan ve hatine kirîn.

Berpirsê WHOyê got ku pêdivî bi hîbe û alîkariyê heye daku derziyên koronayê bi awayekî adil ji bo welatan bêne dabeşkirin û banga hevkariya zêdetir kir.

Kluge diyar kir ku sala 2021ê wê ji bo pandemiya koronayê cudatir be û ji bo kontrolkirina rewşê ew amadetir in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin