PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku artêşa Îsraîlê amadekariya operasyona bejayî ya li dijî Gazzeyê dike û got, "Em ê Kehaneta Îşaya ya li dijî Hamasê bibînin." Piştî daxuyaniyê, "Kehaneta Îşaya" çi ye, bû meraq.
Netanyahu derbarê êrîşên Hamasê yên di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê û operasyona bejayî ya ku tê gotin artêşa Îsraîlê li Şerîda Gazzeyê dike de daxuyanî da çapemeniyê.
"Em ê Kehaneta Îşaya ya li dijî Hamasê bibînin"
“Em amadekariya operasyona bejayî dikin. Netanyahu di dawiya axaftina xwe de xîtabî Îsraîliyan kir û wiha got: "Ez ê di derbarê kengê û çawa biqewime de tu detayan nedim."
Netanyahu diyar kir, ew ê di kitêba Tewratê ya Îşaya de li dijî Hamasê "Kehanetê" bibînin û got:
"Niha dem hatiye ku em ji bo yek armancê werin cem hev: bi lez pêşde biçin da ku serketinê bi dest bixin. Bi hêza xwe ya hevpar û baweriya kûr a rastdariya me û ebedîtiya gelê Cihû, em ê Kehaneta Îşaya ya li dijî Hamasê bibînin. 'Êdî li welatê we nûçeyên tundûtûjî, talan û wêrankirina li ser sînor namîne. Hûn ê ji dîwarên xwe re bêjin rizgarî, û ji deriyên xwe re pesnê bidin" (Îşaya 60:18)
Kehanetên Îşaya
Pirtûka Îşaya di Tanakhê de pirtûka pêşî ya Pêxemberên Paşî ye; Piştî vê pirtûkê pirtûkên Hezeqêl, Yêremya û Diwanzdeh Pêxemberên biçûk hene. Di Peymana Kevin ya Xirîstiyantiyê de, ev rêzik hinekî cuda ye.
Di Încîlê de Kehanetên Îşaya li ser gelek mijarên cihê têne gotin.
Kehaneta Îşaya di derbarê pêşeroja Îsraêlê de kehaneteke girîng e. Ev kehanet hêvî dike ku Îsraîl bibe hêzek ji bo edalet û aştiyê.
Kehanetên Îşaya di derbarê Îsraêl de ev in:
Îsraêl wê bibe gelê Xwedê yê bijartî.
Îsraîl wê edalet û rizgariya hemû miletan bîne.
Îsraîl wê bibe ronahiya dinyayê.
Îsraêl wê bibe Padîşahiya Xwedê.
Kehanetên Îşaya hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê teolojîk ve xwedî girîngiyeke mezin in. Ev kehanet pêşeroja Îsraêl û bingeha baweriya Cihûyan pêk tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin