Li wî welatî, hikûmeta nû hat avakirin

Li wî welatî, hikûmeta nû hat avakirin

PeyamaKurd- Piştî hilbijartinên parlamanî yên ji nû ve hatin lidarxistin, li Kuweytê bi serokatiya Şêx Ehmed Newaf el-Ehmed el-Sabah, hikûmeta nû ya ji 15 wezîran pêk tê, hat avakirin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî hilbijartinên parlamanî yên ji nû ve hatin lidarxistin, El-Sabah herî dawî careke din wekî serokwezîr hat tayînkirin û erka avakirina hikûmetê jê re hat dayîn.

Parlamentoya ku di meha adara borî de hatibû vegerandin, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Kuweytê encamên hilbijartinên parlamanî yên îlona sala borî betal kiribû û biryar dabû ku parlamentoya ku hatiye fesihkirin wekî ya sala 2020î vegere, di meha gulanê de hatibû hilweşandin û li Kuweytê hilbijartinên giştî yên pêşwext hatibûn kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin