PeyamaKurd – Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê dewleta Avûstûryayê yê Bexdayê Andrea Nasi qebîl kir.
Nêçîrvan Barzanî di qebûla balyoz Nasi de, ji ber wezîfa wî ya nûh wî pîroz kir. Barzanî desteka xwe ji bo wî ragihand û ji bo serkeftina wî ji destê Kurdistanê çi were dê bo wî bikin.
Balyoz Nasi jî sipasiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û behsa girîngiya pêşdebirina têkiliyên navbera welatê xwe û Kurdistan û Iraqê kir, bi taybetî di seha siyasî û aborî de.
Her dû teref hem li ser rewşa Iraqê, têkiliyên Kurdistan-Bexdayê, rewşa herêma Kurdistanê û pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin