Serok Barzanî bi Xalid Samerayî û sanda pê re civiya

Serok Barzanî bi Xalid Samerayî û sanda pê re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Çarşemê 6ê Adarê li Pîrmamê pêşwazî li Şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Iraqê kir.

Di civîna Serok Mesûd Barzanî û şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Iraqê ya bi serokatiya Xalid Samerayî de, danûstandin li ser pêşxistina karûbarên parêzgehan hate kirin.

Hate ragihandin, şanda mêvan pesnê ezmûna Herêma Kurdistanê di warê karûbarên pêşxistina parêzgehan û pêkanîna îdareyên serbixwe yên Zaxo, Soran û Raperînê da û hêvî kir ku ew ezmûn ji bo cihên din ên Iraqê jî bê veguhestin.

Herwiha di hevdîtinê de, guhertina dîtin û nerînan li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî hate kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin