Berhem Salih: Em ji bo biratî, dostanî û hevkariyê hatin Tirkiyê

Berhem Salih: Em ji bo biratî, dostanî û hevkariyê hatin Tirkiyê

PeyamaKurd – Piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Iraqê Berhem Salih, civîneke rojnamevanî hat lidarxistin.

Erdogan û Salih peyamên hevkariyeke zêdetir warên aborî û têkoşîna dijî terorê de dan.

Erdogan bal kişand ser ku Iraqê ji ber terora DAIŞê bedelekî giran daye û li ser ji nû ve xurtikirina hevkariya aborî jî diyar kir, “Em amade ne her cure piştgiriyê bidin. Pir girîng e ku Iraq li ser lingên xwe bisekine. Ez bawer dê ser bikeve. Ji bo ji nû ve avadankirina Iraqê, me soza 5 milyar dolaran dabû. Me lez da xebatên xwe.”

Berhem Salih jî di axaftina xwe de daxwaza cîrantî û şirîkatiya stratejîk bi Tirkiyê re kir û  got, “Em ji bo biratî û dostaniyê û peyamên hevkariyê di hemû waran de bidin, hatin.”

Salih destnîşan kir ku Iraq û Tirkiye bi erdnîgariya xwe ya stratejîk dikarin gelek tiştan bi hev re bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin