Qûbad Talebanî: Me bi Tirkiyê re peymaneke 50 salan çênekiriye

Qûbad Talebanî: Me bi Tirkiyê re peymaneke 50 salan çênekiriye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî, li ser mijara ku Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re peymaneke 50 salan çêkiriye daxuyanî da.

Talebanî got, peymana ku di navbera Hewlêr û Enqerê de ji bo 50 salan hatiye çêkirin, tenê di warê veguhestina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi ser xeta boriyê ya Ceyhanê ye.

Qubad Talebanî ji rojnameya Sebah a fermî ya Iraqê re bersiva pirsa girêdana Silêmaniyê bi Bexdayê re jî daye û bi awayekî watedar daye zanîn, gelo Bexda dikare budçeya 400 milyon dolar a Silêmaniyê dabîn bike? û wiha gotiye:

"Bûdceya parêzgeha Silêmaniyê derdora 400 milyon dolar e. Li Silêmaniyê tenê %11 nefta Kurdistanê tê derxistin. Ji ber wê jî ez dîsa ji hikûmeta navendî dipirsim; gelo dikare bi vî rengî yekser wê parêzgehê birêve bibe?"

Qûbad Talebanî destnîşan kir ku ew îdiayên derbarê peymana 50 salan bi Tirkiyê bo firotina petrolê ne rast in û wiha axivî:

“Ew gotinên derbarê petrolê de ne rast in. Me ji bo petrolê peymaneke 50 salan çênekiriye. Peymana navborî tenê ji bo veguhestina petrolê bi ser Ceyhanê de ye. Ev jî di çarçoveya rêketinên navbera Iraq û Tirkiyê de hatiye pêkanîn.”

Qûbad Talebanî li ser mîqdarê budçeya di çarçoveya rêkeftina ligel Bexdayê de diviyabû bo Herêma Kurdistanê bê şandin jî got, “Sala 2020an rêketin di navbera aliyan de hat kirin. Rêveberiya Bexdayê biryar da ku her meh 320 milyar dînarê Herêma Kurdistanê bide. Lê belê rêkeftinê zêde dom nekir, tenê du mehan budçe hat şandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin