HSDê li kampa Holê 2 emîrên DAISê girt

HSDê li kampa Holê 2 emîrên DAISê girt

PeyamaKurd –  Li kampa Holê, operasyona HSDê ya li dijî şaneyên DAIŞê berdewam e û HSDê di derbarê vê de da zanîn, hêzên wan 2 emîrên DAIŞê girtine, ku yek ji wan Cezayirî û yê din jî Iraqî ye.

Operasyona HSDê, YPG û hêzên Asayişê li kampa Holê ya li 45 kîlometreya li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye, di roja pêncan de berdewam dike.

HSDê destnîşan kiriye, do 31ê Adarê di çaremîn roja operasyona li kampa Holê de, 2 emîrên DAIŞê hatine desteserkirin, ku yek ji wan Cezayirî û yê din jî Iraqî ye.

Li gor HSDê, Emîrê DAIŞê yê bi navê Mihemed Ebdulrehman Debax ku xelkê Cezaîrê ye, berpirsê komkirina Zekatê bo DAIŞê bûye.

Berî ku Mihemed Ebdulrehman Debax li kampa Holê bicih bibe, Emîrê DAIŞê bûye li Şedadê û Reqayê. Piştî ku di şer de birîndar dibe û çavekî xwe ji dest dide, li kampa Holê nîştecî dibe û dibe Berpirsê Zekatê yê DAIŞê li wê kampê.

HSDê eşkere kiriye, di operasyona roja Çarşemê 31ê Adarê de, hêzên wan Emîrê DAIŞê û Dadwerê Şerî yê wê rêxistinê li kampa Holê, Ebû Mihemed El-Cemîlî jî girtine

Herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kiriye, Ebû Mihemed El-Cemîlî, xelkê Iraqê û di sala 1959 li bajarê Enbarê yê Iraqê jidayik bûye û pêştir li Iraqê di nava refên rêxistina El Qaîdeyê de xebitiye û piştre tevlî refên DAIŞê bûye û di nava wê rêxistinê de Emîrê Şerî û Moftî bûye.

Hêzên ewlehiyê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve ji roja 28ê Adarê ve operasyonek di bin navnîşana Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de li dijî şaneyên raketî yên DAIŞê li nav Kampa Holê dane destpêkirin û operasyon hîn didome.

Zêdetirî 5,000 hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) bi piştgiriya hêzên HSD, YPG û YPJê, di operasyonê de beşdar in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin