PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angela Merkel li ser êrîş û teqînên li balafirgeha Kabîl a Afxanistanê şermezar kir û got dê xebatên Almanya ji bo kesên nehatine tehliyekirin dewam bike. Merkel weha got:
“Em temamê hûrahiya bûyerê nizanin. Lê terorîst wan kesên dixwazin ji welat herin, yên li derê balafirgehê rawestiyane kirine hedef. Ew mirov azadiyê dixwestin, ewlehiyê dixwestin û êrîşa ser wan hovaneye.”
Merkel, civîna çapemeniyê li Berlînê kir û di civînê de got tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê yekî an çend kesan de hatine kirin. Merkel got ku operasyonên bi balafirên leşkerî dikirin dane rawestandin lê bo yên ji Afxanistanê rizgar nekirine, soza alîkariyê da wan.
Merkel ragihand ku wê piştî 31 ê tebaxê bi Talîbanê re têkilî deynin heya karibin wê tehliya dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin