Lêkolînên 104 rufatên qurbaniyên Êzidî yên Sengalê bi dawî bûn

Lêkolînên 104 rufatên qurbaniyên Êzidî yên Sengalê bi dawî bûn

PeyamaKurd – Lêkolînên di derbarê 104 rufatên qurbaniyên Êzidî yên Şengalê, ku ji aliyê çekdarên terorîst ên DAIŞê ve hatibûn kuştin, bi dawî bûn.

Li gor zanyariyan, lêkolînên li ser nasnameyên qurbaniyên destê DAIŞê, bi piştevaniya rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNITAD, Rêxistina Navdewletî ya Karûbarên Windabûyiyan ICMP, hinek rêxistinên civakî û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê hatin pêkanîn.

Hewiha zanyarî didin zanîn, veşartina rufatên qurbaniyên Êzidî, dê di rêûresmeke fermî de, bi amadebûna Şêxên Êzidî, Nûnerê Lijneya Hemahengiya Niştimanî, Fermangeha Bijîşkiya Dadî, Fermangeha Gorên Bikom, Dezgeha Şehîdan û hejmarek ji rêxistinên navdewletî birêve biçe.

Biryar e rêûresma veşartina rufatan, wê di 31ê Çileya 2021an de, li navçeya Şingalê were lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin