Li Herêma Kurdistanê eventa cîhanî ya karsaziyê destpê kir

Li Herêma Kurdistanê eventa cîhanî ya karsaziyê destpê kir

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê eventa cîhanî ya karsaziyê destpê kir û wê hefteyekê bidome. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêkanîna derfetên kar ji ciwanan re, hewldanên xwe zêde kiriye û bi awayekî ku bi rêya sektora taybet bi sedan derfetên kar pêk aniye.

Li gor serperiştyarê eventê Mihemed Selman eşkere kiriye, armanca wan ji vê pêngavê ew e ku zêdetir derfetên kar ji bo ciwanan peyda bikin û da zanîn, di vê çalakiyê de ligel xwendekarên zanîngehan eventek li ser çawaniya amadekirina xwendekaran ji bo piştî bidawîkirina zanîngehê birêve dibin, ku di siberojê de bikarin xwe ji bo kar amade bikin.

Di vê çarçoveyê de Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî daye zanîn; armanca Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku nêzîkî milyonek derfetên kar ji bo welatiyan dabîn bike, bi taybetî jî ji bo ciwanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin