PeyamaKurd- Serokê Amrîkayê Donald Trump, Serokên Evangelîst li Qesra Spî ezimandin. Di vê hevdîtinê de Trump got ku em ji bo azadiya Keşe Brunsonê ku li Tirkiyê di hepsa malê de ye, dixebitin.
Di civîna Serokên Evangelîst de wextê ku Trump got em ji bo azadiya Brunson dixebitin, her kesî jêre li çepikan da. Ji xeynî vê jî wextê ku Trump got me balyozxaneya li Îsraîlê kişande Qudsê jî jêre li çepikan xistin.
Trump got ku di rojên pêşiya me de ji bo Senator John McCain jî em ê hinek çalakiyan bikin. Alîkarê Serokê Amrîkayê Mike Pence jî beşdarî civînê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin