PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser rapora îstîxbarata Amerîkayê amade kiribû kut ê de digot di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de Rûsya bi rêya dezenformasyonê hewl daye bandorê li hilbijartina Amerîkayê bike, Biden li ser raporê şiroveyan kir. Biden got Vladimir Putin ‘qatile’ û bo mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê kiriye ‘dê bedela wê bide’.
Di rapora îstîxbarata Amerîkayê de ya duhî hatibû belavkirin, tê de destnîşan kiribûn ku di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de bi rêya dezenformasyonê an ku şolîkirina agahiyan Rûsya û Îran ê destê xwe xistiye nav hilbijartinan.
Lê mudaxeleya hilbijartinê çawa hatiye kirin bi hûrahî nehat aşkerakirin. Lê Rûsya piştî daxwuyaniya Biden bo serokê Rûsyayê Putin, balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê hat xwestin bo Moskovayê bo şêwrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin