PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Tirkiyê Fîdan di hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba re li ser Korîdora Genim a Behra Reş axivî. Fîdan got, "Em dibînin ku rêyên alternatîf ên îxracata dexl xetereyên xwe hene. Em dixwazin însiyatîfa genim ji nû ve dest pê bike."
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan beriya hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba re li Kîevê ku di çarçoveya serdana xwe ya fermî de çûbû, di civîna çapemeniyê ya hevbeş de axivî.
Fîdan diyar kir, serdana wî ya yekem serdana Ukrayna û Kîevê wek Wezîra Derve ye û got, piştî serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Lvov di Tebaxa 2022an de, ev yekem serdana bilind a Enqerê bo Ukraynayê ye.
Fîdan bi bîr xist ku Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy li ser vexwendina Erdogan çû Tirkiyeyê û wiha got: "Di vê serdanê de serokên me li ser hemû mijarên di asta herêmî û dualî de bi berfirehî axivîn. Derfeta me çêbû ku em mijarên ku di navbera serokên me de li hev kirine bişopînin."
Fîdan wiha dewam kir:
"Mixabin ev (Însiyatîfa Genimê Derya Reş) di 17ê Tîrmehê de bi dawî bûye. Em dizanin ku niha ji bo hinartina genim li rêyên alternatîf tên gerandin. Lê em jî dibînin ku ev rê nikarin bibin alternatîfa înîsiyatîfa eslî û metirsiyan hildigirin.
Beriya ku destkeftiyên Înîsiyatîfa Deryaya Reş winda nebin, ji bo ku pêvajoyê di zûtirîn demê de ji nû ve vejînin, xebatên xwe didomînin. Ji ber wê jî em ê di hemû astan de bi hemû aliyan re diyalogê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin