PeyamaKurd – Di dema ku bertekên bûyera li Stockholmê didomin, Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström daxuyanî da. Wezîr Billström di daxûyaniya xwe de got, “ev kiryara bêşerm, pêvajoya endamtiya NATOyê têk biriye”
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström ji SVTê ya li Swêdê re axivî û îdîa kir ku ev bûyer pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê xera kiriye.
Wezîr Billström di nirxandina çalakiya li Stockholmê de ev daxuyanî da:
"Ev tevgera bêşerm, metirsiya tevlihevkirin û derengxistina pêvajoya gav bi gav a baweriya hev û din ku hevalbenda me ya bi nirx Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê bipejirîne çêdike.
Her çend em ji ber betalkirina sefera Serokê Meclisa me Norlen a ji bo Tirkiyeyê xemgîn in jî, em bertekên Tirkiyeyê baş fêm dikin. Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re ji bo me gelek girîng in."
Tobias Billström destnîşan kir, pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê ya ku bi provokasyonan hat xerakirin, ji bo Rûsyayê bi fêde bû û got, "Em ji bo ewlekariya Swêdê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di serdema herî girîng de dijîn. Me nekarî bi têra xwe giraniya vê yekê xêz bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin