PeyamaKurd - Leyla Zana piştî 8 salan peyivî û got: "Ez ne xeyîdûbûm, piştî şerê xendekan ez di şînê de bûm.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji 2015an dema şere xendekan vir ve yekem car axivî û di derbarê dawî lê hanîna pêvajoya çareseriyê, egera pêvajoyeke nû û nêrînên xwe yên derbarê siyasetê de nirxandinan kir.
"Jiyan tenê ne hilbijartin in"
Siyasetmedar Leyla Zana, sedema bêdengiya xwe ya 8 salan bi şerê xendekan ê 2015an ve girê da got: “Di 2015an de erdhejeke siyasî rû da. Bi taybetî di dema xendekan de bi rastî em gihîştin asteke ku muxatabiya siyasî rawestiya. Di wê serdemê de jî min dît ku dema em rûbirûyî girseyê dihatin, tu bersiveke me tune ku em bidin. Yek ji sedemên bêdengiya min jî ev bû. Civak li benda bersivê ye û tu nikarî bibî bersiv. Ev rewş bû sedema şîna min a 7 salan. Ez pir êşandim. Jiyan tenê ne hilbijartin in. Eger tenê di hilbijartinan de girsê bê bîra siyasetmedaran, ev pirsgirêk e.”
Leyla Zana diyar kir ku ji şerê xendekan vir ve ew neçûye navçeya Sûrê ya Amedê û got “Ez xwe amade nabînim.”
"Ez ne xeyidîbûm, tenê di şînê de bûm"
Li ser pirsa "Gelo Leyla Zana ji siyasetê xeyidîye yan na?" jî Zana got: “Na ez ne xeyidîme. Ev doz ji hemû şexsiyetan pir mezintir û qir berfirehtir e. Ma mirov ji dozê dixeyîde? Eger mirov ji dozê bixeyide, mirov ji xwe dixeyîde.”
Li ser pirsa "Di vê pêvajoya hilbijartinan de ji DEM Partiyê pêşniyazek wergirtiye yan na?" jî Leyla Zanayê diyar kir ku wê berê jî ti daxwaza endamtiyê nekiriye û gelê Kurd ev rûmet daye wê.
“Min ji Erdogan re got, birêz Ocalan li wê derê ye”
Di derbarê pêvajoya çareseriyê ku têk çûbû jî Leyla Zana, qala hevdîtina xwe ya 2012an a bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan ku wê demê serokwezîr bû re kir û wiha domand:
“Min ji Erdogan re got qulên tarî yên vê sîstemê bi pînekirinê nayên girtin. Hûn serokwezîr in, divê ev destûra bingehîn bi awayekî bê guhertin. Şerm e! Krasê rejîma faşît a 12ê Îlonê bi zorê li gel nekin. Wê demê (Şerê xendekan) ji bo dawîlêhanîna pevçûnan, kê çi afirandibe hûn dê bi wî re rûnên. Ocalan li wê derê ye. Pêvajoya 2013an ji gelek aliyan ve firsendeke dîrokî bû. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî wisa bû .”
“Xwestin ku Ocalan û Erdogan ji dewrê derxin”
Li ser pirsa çima pêvajoya aştiyê ya 2013an têk çû, Leyla Zanayê ev bersiv da:
“Kesên ku dixwest bêyî Ocalan û Erdogan vê pirsgirêkê çareser bikin hebûn. Wan digot: Em ê di nav xwe de vê pirsgirêkê çareser bikin.
Hûn ê bi gelek rîskan re rû bi rû bimînin û hinekên din jî wê bixwazin we li derveyê vî karî bihêlin û bi rê ve bibin. Hûn ê vê qebûl bikin? Zehmet e. Hewqasî zelal e.
Ev cara yekem e ku hûn vê dibihîzin ne wisa? Ji ber ku min ev li rûyê hinekan xistiye, ez bi vê rehetiyê dibêjim. Ez navê wan kesan nadim.
Yên di nav AK Partiyê de ji min re gotin: Hûn dizanin ên we ji bo ku Ocalan veder bikin, pêvajoyê têk birin. Ez jî vegeriyam û min got: Ez êdî tiştekî din nizanim. Ji ber ku we xwest bêyî Erdogan vî karî bi rê ve bibin pêvajo xera bû. Min bersivek wernegirt. Yê hemberî min bêdeng ma. Em bi bîr bînin, di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de cara yekem Erdogan piraniya parlamentoyê wenda kir. Lê pêvajoya çareseriyê tevî astengiyan jî berdewam dikir. Ez angaşt dikim ku formulek ji bo astengkirina dubarekirina hilbijartinê bihata afirandin, eger raya giştî ya xwedî wijdan û hestiyar a li Tirkiyeyê, hêzên demokratîk, beşek Kurd û Erdogan li hemberî zîhniyeta ewlehiyê rawestiyabûna, pêvajo dikaribû bi awayekî din bi pêş biketa."
"Divê Erdogan pêvajoyê ji sarincê derxe"
Leyla Zana biryarên Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ji bo têkdana pêvajoya aştiyê wek xala sereke destnîşan kir û domand: Wê demê hewl hat dayîn ku ji nêz ve bi Erdogan re têkiliyê daynin û bi Erdogan re hevdîtin çêbûn. Lê êdî pir dereng bû.”
Herwiha Zanayê diyar kir ku ew nizane di vê pêvajoyê de di navbera AK Partî û HDPyê de çi hatiye gotûbêjkirin û ew tenê bi xebateke dîplomatîk ya ku li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin, hatiye sînordarkirin.
Leyla Zana da zanîn ku di hevdîtina wan a dawî de rexneyên Abdulah Ocalan li ser metna mutabakata Dolmabahçeyê hebûne û got: “Birêz Serokkomar dibêje 'Min pêvajoyê xistiye sarincê. Ê êdî dem di ser re derbas dibe. Bi ya min divê êdi ji sarincê derxe û ji binî ve vê pirsgirêkê çareser bike. Bêyî wext winda bikin. Wiha xuya dike ti hewldaneke wan tine. Êdî tehamula derengxistin û paşxistina demê nemaye."
“Kek Mesûd, Mam Celal û Nêçîrvan jî kedeke giring dan”
Leyla Zana di berdexamiya axaftina xwe de wiha peyivî:
“Ji bo ku aştî çêbibe em ji her kesê ku ked daye re minetdar in. Di demeke wiha de tekez divê em Mam Celal bi bîr bînin û heqê wî bidinê.
Di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hewl da. Helbet kek Mesûd û Nêçîrvan Barzanî jî di pêvajoya çareseriyê de kedeke gring dan.”
Leyla Zana di daxiya axaftina xwe de qala desthilatdarên ku sûdê ji parçebûna Kurdan werdigirin kir û got: "Hêzên desthilatdar ji belavbûn û parçebûna Kurdan sûdê werdigirin. Kurd ne rikberên hev in, lê belê divê Kurd dikaribin yekîtiya xwe pêk bînin. Divê Tirkiye jî ne bi bombebaranan, bi danîna têkiliyên dîplomatîk bersivê bide bangên Rojava yên aştî û diyalogê. Çawa bi Başûrê Kurdistanê re pêwendiyên xwe bi pêş dixe, divê Tirkiye bi Rojava re jî pêwendiyên cîrantiyê bi pêş bixe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin