Esed Lîwa Elî Mehmûd Ebas wek Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê yê nû erkdar kir

Esed Lîwa Elî Mehmûd Ebas wek Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê yê nû erkdar kir

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esed, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê guhert û Lîwa Elî Mehmûd Ebas wek wezîrê nû erkdar kir.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê da zanîn, roja Pêncşemê 28ê Nîsanê, Serokê Sûriyê Beşar Esed, Lîwa Elî Mehmûd Ebas wek Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê yê nû erkdar kir.

Elî Mehmûd Ebas li şûna Elî Ebdullah Eyûb wek Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê hatiye erkdarkirin.

Wezîrê Berevaniya Sûriyê yê nû, welatiyê gundê Til Sarime ser bi qezaya Ceblê ya parêzgeha Laziqiyê ve ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin