Ji Rûsya hisyariya Sûriyê bo Îsraîlê!

Ji Rûsya hisyariya Sûriyê bo Îsraîlê!

PeyamaKurd - Rûsyayê hişyarî da Îsraîlê ku bi êrîşên ser xaka Sûriyê û aloziya li ser sînorê Lubnanê, Sûriyê nekişîne nava şerekî herêmî yê berfireh.

Cîgirê yekem ê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dmitriy Polyansky got: "Di aliyê hejmara qurbaniyan de, ev cara yekem e şerekî wisa gur li Filistîn û Îsraîlê çêdibe û li Sûriyeya dost jî aloziyeke din çêdike.”

Ployansky diyar kir: "Êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê, zêdebûna êrîşên li ser xeta şîn a di navbera Lubnan û Îsraîlê de, gefên kişandina Sûriyeyê ya nava şerekî herêmî yê berfireh in. Lê bi tu awayî nabe ev bibe."

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Îsraîlê piştî destpêkirina şerê Hemasê, êrîşên ser xaka Sûriyê yên bi ser cihên vehewîna milîsên Îranê û Huzbullahê zêde kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin