PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Behrê yê Artêşa Sipaha Pasdarên Îranê Elî Riza Tengserî eşkere kir ku li Kendava Besrayê heta niha di pevçûnên rasterast ên ligel hêzên Amerîkayê de 9 endamên Sipaha Pasdaran hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan Mehr a nêzîkî Sipaha Pasdaran ji zimanê Elî Riza Tengserî bêyî ku dema wan pevçûnan eşkere bike daye xuyakirin, li Kendava Besrayê 9 pasdarên Îranê hatine kuştin.
Elî Riza Tengserî gotiye: ''Di navbera Amerîka û hêzên Sipaha Pasdarên Îranê yên deryayê de gelek caran pevçûnên rasterast pêk hatine. Me 9 şehîd dane û hinek ji wan pevçûnan me nehiştiye bigihin çapemeniyê. Lê me jî 9 derbe li wan xistin.''
Fermandarê Îranî derbarê dema wan pevçûnan de ti agahiyeke nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin