Konseya Awrûpayê endamtiya Rûsyayê da rawestandin

Konseya Awrûpayê endamtiya Rûsyayê da rawestandin

PeyamaKurd – Konseya Awrûpayê endamtiya Rûsyayê ya Komîta wezîran ya Konseya Awrûpayê da rawestandin. Sedema rawestandina endamtiya Rûsyayê ew e ku Rûsya êrîşê Ûkraynayê kir. Konsey got ku Rûsya hêjî endamê Konseya Awrûpayê û endamê Peymana Mafên Mirovan ya Awrûpayê ye û terefê peymanaye.

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku rawestandina endamtiya Rûsyayê ji aliyê însîyatîva Ûkraynayê û Polonyayê hatiye kirin.

Konseya Awrûpayê di sala 1949 an de hatiye avakirin, ji welatên orta û rojhilatê Awrûpayê di ser 40 welatan de endamên wê hene. Wezîfa konseyê parastina demokrasîyê û mafên mirovan, teşwîqkirin, hevkariya endamên konseyê ya di warê çandê û gelek tiştên din de hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin