PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser îmzakirina peymana li ser Şengalê ya di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Federal ya Bexdayê de peyamekî belav kir. Peyama Serok Barzanî waha ye;
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan,
Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke raste. Destxweşiyê li her du Hikûmetên Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo wê rêkeftina ku dibê sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzdî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û koçberiyê bûbûn.
Hêvîdarim ev hengava girînga her du aliyan destpêkek jî bê ji bo çareserkirina hemû kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Mesûd Barzanî
09.10.2020”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin