Almanya: Îdiayên bertîlgiriyê, mijarek cidî ye

Almanya: Îdiayên bertîlgiriyê, mijarek cidî ye

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit, di civîna çapemeniyê ya ku li Berlînê hat lidarxistin de îdiayên bertîlgiriyê yên li Parlamentoya Ewropayê nirxand.

Steffen Hebestreit, di daxuyaniyê de bal kişand ser lêpirsîna li ser îdiayên bertîlgiriyê yên li Parlamentoya Ewropayê û got,

“Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, nûçeyên di derbarê bertîlgirtinê de bi xofeke mezin dişopîne. Niha divê em li benda pêşveçûnên ji niha û pê ve û encama lêpirsînan rawestin.”

Hebestreit da zanîn ku heger ev nûçeyên bertîlgirtinê rast bin, divê wê demê ev yek ne di asta welatekî de divê di asta Parlamentoya Ewropayê de were nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin