UNRWA: Ji ber talan û qaçaxçîtiyê alîkariyên Xezeyê asteng dibin

UNRWA: Ji ber talan û qaçaxçîtiyê alîkariyên Xezeyê asteng dibin

PeyamaKurd – UNRWAyê ragihand ku talan û qaçaxçîtî li Xezeyê zêde bûye û ev jî alîkariyên mirovî asteng dike.

Serokê saziya UNRWA ya Neteweyên Yekbûyî Phîlîppe Lazzarînî li Cenevreyê di civîneke rojnamevanî de li ser alîkariyên diçin Xezeyê axivî.

Lazzarînî got: “Rûxandina nîzama sivîl rê li ber zêdebûna talankirin û qaçaxçîtiyê vedike û ev jî xwe gihandina alîkariyên mirovî yên ku xelk li bendê ye “asteng” dike.”

Lazzarînî destnîşan kir ku di 9 mehên dawî de ew bûn şahidê têkçûneke ku mînaka wê tuneye û wiha axivî: “Filistîn û Îsraîliyan windahiyên gelek mezin dîtin û êşên mezin dîtin. Xeze hat rûxandin. Ji bo zêdetirî 2 milyon Xezeyî ev dojehek zindî ye. Ev kabûsek e ku nikarin jê şiyar bibin.”

Li gorî UNRWA’yê, li herêmê birçîbûn di asta herî bilind de ye û niha tenê deriyê Kerem Şalom a di navbera Îsraîl û Xezeyê de vekirî ye.

Herwiha Lazzarînî diyar kir ku zarok ji ber kêmxwarinê dimirin û got: “Kamyonên li ber deriyê sînor ê Refahê yê Îsraîl û Misrê ku ji serê Gulanê û vir ve girtî ye, li benda alîkariyê ne.”

Hêjayî gotinê ye, Îsraîl, UNRWAyê bi hevkariya Hamasê tawanbar dike, ajans jî vê yekê red dike ku ji ber van tawanbariyan fonên ajansê hatine asteng kirin û gelek welatan jî beşek mezin a fonê paş kişandiye. Niha herî zêde Amerîka fonan dide UNRWAyê û di alîkariyên xwe de berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin