PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim behsa operasyona Qendîlê kir û îdîa kir ku ew ber bi wir ve diçin.
Yildirim îdîayên xwe wiha anî ziman:
"Em ber bi Qendîlê ve diçin. Me li nav welêt teror berteref kir, em li pey wan in. Herin kuderê bila herin, leşkerên me yên qehreman li wî aliyê sînor destanê dinivîsin. Emê şikeftên terorîstan li wêderê jî wêran bikin. Ewên ku gotinên mezin dikin bila Efrînê bi bîra xwe bînin, El-Babê bibîr bînin. Emê hesabê şehîd û xaziyên xwe yekoyeko bipirsin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin