PeyamaKurd- Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Avedankirin û Niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm îro 9ê Cotmehê projeya rêya Sipîlik- Xelîfan li Îdariya Serbixwe ya Soranê vekir.
Projeya rêya dusayd a Sipîlik-Xelîfan, yek ji projeyên girîng ên Îdariya Serbixwe ya Soranê ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 15ê Îlona 2022an de kevirê bingehîn ê projeyê danî û niha temam bûye.
Projeya rêya dusayd a Sipîlik-Xelîfan beşek ji rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Soranê de ye, dirêjahiya rêyê 8.5 kîlometran e û bi nirxê 64 milyar dînar hatiye cîbicîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin