PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku ambargoya çekan ya ser Kibris a Rûman ji bo sala darayî ya 2024an rakiriye. Berdevkê wezaretê Matthew Miller ragihand ku wezîrê karên derve Antony Blinken ji ber ku Kibrisa Rûma di çarçova mijarê de şertan bicîh aniye, mijarê şandiye kongra Amerîkayê. Amerîka di mijarên weha salane dide ber çav û biryarê dide.
Miller, got ku di encama vê tesbît û belgekirinê de wezîr Blinken di sala 2024 ya darayî de astengiyên li ber bazirganiya bergiriya Kibris a Rûma rakiriye.
Di sala 2024an de Kibris a Rûma wê karibe ji bo bergiriya xwe çekên bergiriyê bikire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin