PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku keştiya Misrê ya tije dexl bû, ji Ûkraynayê ket ser rê da here Misrê û Rûsya bi fuzê li keştiyê xist. Zelenski got:
“Rûsya, piştî keştî ji ava Ûkraynayê derbas bû, li Derya Reş êrîşê keştiya sîvîl kir. Zerara canî tine. Ûkrayna yek ji garantorên hîmî yê ewlehiya xida kureyiye. Dexla ku Ûkrayna teslîmê Afrîka û Rojhilata Navîn dike, gelek girîng e. Ji bo lîmanên xwe, Derya Reş û îxracata ku dikin bazara kureyî biparêzin, em ê hewlên xwe dewam bikin. Divê ev, karê ewilî yê Ûkrayna û temamê welatan be. Em bende ne ku dinya bertekê nîşan bide. Divê genim û xida nebe hedefa fuzeyan.”
Zelenski, bi daxwyaniya xwe re wêneyên keştiya ku Rûsya lê daye, belav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin