DILKURDê damezirandina xwe ragihand

DILKURDê damezirandina xwe ragihand

Peyama Kurd – Bi navê Komeleya Yekîtîya Dildarên Kurdî (DILKURD) li Stenbolê komeleyek hate damezirandin.

Serokê berê yê Komeleya Perwerdehîyê HEZKURDê Fevzî Bulgan ragihand ku wan biryar daye ku navê HEZKURDê biguherînin û bikin DILKURD. Lê belê hin endam û rayedarên HEZKURDê bi navê Navenda Hereketa Zimanê Kurdî, bi daxuyanîyekê li dij ramanên Fevzî Bulgan derketin û ragihandin ku HEZKURD saz e û ew kesên ku DILKURDê damezirandine ji HEZKURDê veqetîyane.

Îro Fevzi Bulgan di raygihandina xwe de gotibû: “Me rêveberiyeke nû ji komeleyê re hilbijart û em ê bi fermî navê xwe bikin Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD). Em ê ji niha pêve xebatên xwe berfirehtir bikin. Di vê çarçoveyê de, wê di demeke nêz de kampanyayên me yên ziman dest pê bikin.”

Fevzî Bulgan anîbû ziman ku Komeleya Dildarên Kurd (DILKURD), komeleyeke çandî, civakî ya sivîl e û gotibû: “Armanca wê ya sereke ew e ku hebûna zimanê Kurdî di destûra bingehîn (a Tirkîyeyê) de mîsoger bike û zimanê Kurdî bike zimanê fermî. Li ser van mijaran em ji hemû sazî, hunermend û derdorên neteweyî û navneteweyî, çalakvan û dezgehên mafên mirovan, rayadarên herêmê û yên welatê me, ji karbidestên olî, ji sempatîzan û siyasetmedarên me hêvî û daxwaza piştgirî û hevgirtinê dikin. Em dixwazin bê zanîn ku em bi hişmendî û bawerî tevdigerin ku pêkanîna daxwazên me wê bibe sedem ku di nav civaka me de bayeke aştiyê rabe.”

Piştî vê daxuyanîya Fevzî Bulgan, bi navê 'Navenda Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD/Amed.' ji raya giştî re daxuyanîyek hate belavkirin.

Di daxuyanîyê de hate bibîrxistin ku di 15ê Cotmeha 2020an de, navenda wê li AMEDÊ û bi beşdariya ji hemû, raman, bîrdozî û ayînên cur bi cur Tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD hatîye avakirin û hê jî ava ye.

Metna daxuyanîyê ev e: 

"Tê zanîn ku di 15ê Cotmeha 2020  navenda wê li AMEDÊ bi beşdariya ji hemî fikr, raman, bîrdozî û ayînên cur bi cur me tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD avakiribû û dest bi xebatên xwe yên ji bo Zimanê Kurdî û Neteweya Kurd kiribû. Ev beşdariya berfireh a ji fikrên cur bi cur, her çiqas kelecanek dabe jî di xebatên pratîkî da lê belê hin nakokiyên piçûk jî bi xwe ra dianîn. Ji ber wê mebestê cara yekem çend kesên ku tev li xebatên me bibûn, ji me cûda bûn û li Stenbolê komeleyek avakirin ku serokê komeleyê Suphî Ozgen bû. Lê me weke tevgera girseyî û navendî daxwaza serkeftina wan kir û alîkariya xwe ji bo vê komeleyê ragihand ku tenê bila xizmeta Zimanê Kurdî bikin. Îro dîsa ji ber cudabûna prensîbên xebata me, hinek hevalên me ji tevgera me ango ji HEZKURDê cûda bûn û ji xwe ra li Stenbolê komeleyek nû vekirin bi nave Komeleya Dilkurd. Em weke tevgera girseyî û navendî dibêjin ku, em serkeftina vê komeleya nû ango komeleya Dilkurd dixwazin ku ji bo Zimanê Kurdî û Neteweya Kurd xizmetê bike. Hêvî û daxwazên me jî ew in ku, ji bo pêşvebirina xebatên Zimanê Kurdî û statûya Zimanê Kurdî, hejmara sazî,rêxistin, tevger û komeleyên zimên zêdetir bibin. Û bang dikin ku, her çiqas karê bi vî rengî yên li bajarên Tirkîyê girîng bin jî, lê belê divê xebatên kolektîf û bi vî rengî li welatê me û li bajarên Kurdistanê bimeşin. Bila bê zanîn HEZKURD bi hemî hêz û enerjîya xwe ya ciwan, neteweyî û Kurdistanî li ser kar û erkê xwe berdewam e. 

Navenda Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD/Amed."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin