PeyamaKurd – Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,6 a pileya rixterê erdhejekê rû da.
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku îro li demjimêr 06:26ê beyaniyê erdhejek çêbû.
Li gorî daneyên AFADê erdhejê li navçeya Onikişubat a Mereşê di kûrahiya 10,78 km a erdzemînê de rû daye.
Bajarê Mereşê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên bi ser 7 pileyan de, ziyaneke mezin dîtibû û hê jî erdhejên bi pileyên navên berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin