Sandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Sandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bi rayedarên hikûmeta Iraqê li ser mûçe û budçeyê gotûbêj bike, serdana Bexdayê dike.

Endamê Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji bo gotûbêjkirina bi hikûmeta Iraqê re ji K24ê re daye zanîn, sibe Yekşemê 23ê Tîrmeha 2023an şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û bi rayedarên hikûmeta Iraqê li ser mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Herwiha hefteya borî jî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran ji bo heman mebestan serdana Bexdayê kir û bi rayedarên hikûmeta Iraqê çend civîn û hevdîtin encam dan.

Ev di demekê de ye ku di 12ê Hezîrana 2023an de, Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengên parlamenteran, projeyasaya budçeyê pesend kir, roja 21ê Hezîranê, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd yasaya budçeya giştî îmze kir û piştre di Rojnameya Fermî ya Iraqê de hat belavkirin, lê belê heta niha neçûye warê cîbicîkirinê, biryar e rênimayî ji bo cîbicîkirina wê were derkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin