Yûnanîstan: Zû yan dereng wê Tirkiye F-16 bistîne

Yûnanîstan: Zû yan dereng wê Tirkiye F-16 bistîne

PeyamaKurd – Di demeke ku krîza F-16 a di navbera rêveberiya Tirkiye û Amerîkayê de didome, ji Yûnanîstanê daxuyaniyek hat. Sererkanê Giştî yê berê û Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Evangelos Apostolakis mijar nirxand û destnîşan kir, zû yan dereng wê Tirkiye F-16 bistîne.

Li gor Wezîrê Parastinê yê berê yê Yûnanîstanê Evangelos Apostolakis ê ji çapemeniya Yûnanîstanê re daxuyanî da û got, Tirkiye bêyî ku şer bike dixwaze destkeftiyan bi dest bixe û da zanîn, "Şer ne rewşeke zelal a qezenckirin û wendakirinê ye. Li gorî min di şeran de her du alî jî wenda dikin, lê divê berdêla şerekî bi yekî re bi giranî were hesibandin."

"Tirkiye zû yan dereng wê bi dest bixe"

Rayedarê Yûnan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, "Ez nizanim wê kengî bibe, lê zû yan dereng wê bibe" û îdia kir ku ew hewl didin zemîneke guncav ji Tirkiyeyê re çêbikin ku F-16 ji Amerîkayê bikire.

Herwiha Apostolakis di nirxandinên xwe de diyar kir, xwesteka Yûnanîstanê ya ji bo zêdekirina avên bejayî yên li Egeyê ji bo 12 kîlometreyan, divê bi Tirkiyeyê re were nîqaşkirin û got, ger avên herêmê li Egeyê bibin 12 kîlometre, wê qada veguhestina deryayî teng bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin