Biden : Hamas Lesker û baregehên xwe di bin nexwesxaneyan de vedisêre

Biden : Hamas Lesker û baregehên xwe di bin nexwesxaneyan de vedisêre

PeyamaKurd - Serokê Amerikayê Joe Biden piştî hevdîtina xwe ya ku li Franciscoyê, bi Serokê Çînê Şi Cînnpîng re kir, daxuyaniyekî belav kir. 

Li ser pirsa rojnamevanekî ku li ser şerê li Xezzeyê, gotina Biden a: "Divê em nexweşxaneyan biparêzin" bibîr xist û êrişên Îsraîlê yên li ser nexweşxaneyan:

Joe Biden got : "Hamas bi veşartina baregehên xwe û leşkerên xwe di bin nexweşxaneyan de tawanên şerî dike. Ev rast e û rastî jî ev e."

Biden di gotara xwe de, red kir ku Îsraîl bi ser nexweşxaneyê de girtiye û êriş biriye ser nexweşxaneyan û anî ziman ku tenê hêjmarekî leşkerên Îsraîlî êrişî kes û hêzên çekdar yên li wê deverê kirine. 

Agahiyên ku leşker û baregehên Hamasê di bin nexweşxneyan de jî ji Joe Biden hat pirsîn, lê Biden ragihand ku ew wan agahiyan parve nake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin