PeyamaKurd - Piştî bi qasî 3 salan, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê vedike.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re ragihandiye ku ENKSê biryar daye, di demeke nêzîk de nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.
Ji meha adara sala 2017an ve, asayişa li Rojavayê Kurdistanê bi bihaneya wernegirtina moletê-ruhset, nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de girtibûn.
17ê Kanûna 2019an Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser piştî hewlên HSDê ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê siyasî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin