PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve hat ragihandin, ji ber Koreya Bakur moşek havêtine qerexên rojhilatê welêt û êrîşên wan zêde bûne, wan piştî 5 salan cara yekemîn li dijî Koreya Bakur dorpêç sepandine.
Di daxuyaniya ku ji Sererkaniya Koreya Başûr ve hat ragihandin de piştî ku êrîşên moşekî yên Koreya Bakur ên ku hember sînorên wan gelek zêde bûne, piştî 5 salan cara yekemîn wan li dijî Koreya Bakur dorpêç sepandine.
Li gorî daxuyaniya hat dayîn, 10 balafirên aîdê Koreya Bakur nêzîkî sînorê Koreya Başûr a ku bi çek û cebilxaneyên giran hatiye dagirtin, firiyane û ji ber vê yekê wan jî balafirên xwe yên şer firandine.
Hat ragihandin ku ji ber van êrîşên zêde, li ser Pyongyangê dorpêç hatine sepandin û 15 kes û 16 saziyên ku di xebatên pêşvebirina moşekan de ne, ketine nav lîsteya wan a dorpêçan.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedarên Koreya Bakur hat kirin ku dest ji van sorkirinên xwe û hewilên zêdekirina hêrsê berdin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin