PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêmê û Bexdayê derbarê pirsên petrolê, deynan û budceyê li hev kirine.
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab di civîneke rojnamevanî de ligel şanda Herêmê bo Bexdayê, ragihand, wan karî rêkeftinê li ser petrolê bikin û rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya Somo dikin.
‘Eger rêkeftin li Bexdayê bê bicikirin, pirsgirêka mûçeyan namîne’
Şêx Cenab got wan karîne bi Hikûmeta Iraqê re derbarê deynan de bihgihin rêkeftinekê. Eger rêkeftin li Bexdayê bê bicikirin, pirsgirêka mûçeyan namîne. Hikûmeta Herêmê jî derbarê dana mûçeyên fermanberan de berpirsyar e.
‘Danûstandinên Bexdayê yên vê carê re serkeftî bûn’
Wezîrê Darayî Şêx Cenab da zanîn: “Berê jî biyara birîna budceya Herêma Kurdistanê siyasî bû û ji bo budceya sala 2020an, niha top li meydana Parlemana Iraqê ye, em wek şanda danûstandkar ya hikûmetê, me karê xwe temam kiriye û erkê parlemanterên Kurd li Bexdayê ye di dema guftûgokirina li ser budceyê, berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin û biçespînin.”
Awat Şêx Cenab diyar kir, danûstandinên vê carê yên bi Bexdayê re serkeftî bûn û di rêkeftinê de berjewendiyên her du aliyan li ber çavan hatin girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin