PeyamaKurd- Nêçîrvan barzanî bi fermandarê hêzên taybet yê koalîsyonê Eric Hill re,li Hewlêrê civiya. Barzanî di civînê de bahsa herêmên ku arîşe li ser wan hene axifî û got li wan herêman her diçe tehdîdên terorê zêdetir dibin. Ev tehdîd hem bo herêma Kuırdistanê û hem bo Iraqê xeter e. Barzanî her weha got ku ew amade ne bi her awayî bi Bexdayê re hevkariyê bikin. Di civînê de cîgirê serokê herêma Kurdistanê Şêx Cafer Mustafa jî amade bû.
Di civînê de behsa pêşdeçûnên dawiyê yên Kovid-19 ê jî hat kirin ku çi bandorê li tenduristiyê, li tevgerên leşkerî û aborî kiriye.
Mijareka dinê ya civînê ew bû ku koronavîrus çawa bandorê li hevdîtinên navbera aliyan yên stratejîk kiriye. Di meha bê de wê di navbera Amerîka û Iraqê de hevdîtinên li ser rewşa niha û pêş yên stratejîk dê bênkirin. Nêçîrvan Barzanî got ku di wan hevdîtinên stratejîk û tesbîtkirina nexşerê de, divê Herêma Kurdistanê hebe û Kurd jî tê de amadebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin