PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan û hêzên Koalîsyonê li Yemenê 28 dronên (İHA) aîdê Hûsiyên terefdarê Îranê xistine. Hem li gor daxwuyaniyê; temamê êrîşên Hûsiyan berteref bûne ku di nava wan de êrîşên fuzeyên deryayî jî hene.
Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM)ê mijarê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand.
Li gor ragihandinê; di navbera 04.00 û 08.20an de herî kêm 28 İHA yên Hûsiyan xistine, keştiyên aîdê Amerîka-hêzên koalîsyonê û keştiyên bazirganî zerarê nedîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin