PeyamaKurd – Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê Madan Gopal kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û navçeyên ku dikarin li ser baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de hatin nirxandin.
Balyozê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê daxwaza pêşxistina pêwendiyên her du welatan di warên mirovî, çandî, teknolojî û pizîşkî de kir.
Serok Barzanî destxweşî li serkirdeyên mezin ên Hindistanê wek Mahatma Gandî û Nehro kir ku di palpiştîkirina gelên bindest û dabînkirina aştî û pêkvejiyana cîhanê de rola xwe hebûye. Wî bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê rêz û hurmeteke taybet bo gelê Hindistanê û çanda piralî û pêkvejiyana Hindistanê heye.
Li hevdîtinê de ku Serok Barzanî behsa dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê kir, Madan Gopal rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê di şerê li dijî azadî û terorîstan de bilind nirxand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin