PeyamaKurd - Pasdarên rejîma Îranê li deverên sînorî yên Kirmanşan û Serdeştê kolberên Kurd gulebaran kir û 2 kolber bi giranî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, yek ji wan kolberan bi navê Nerîman Suhbanî li sînorê Kirmanşanê birîndar bûye û yê din ê bi navê Xidir jî li sînorê Serdeştê guleyên pasdaran bi giranî birîndar bûne.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe ya derbarê kolberan de ragihandibû ku 10 kolber di meha Tîrmeha îsal de hatine kuştin û 14 jî hatine birîndar kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin