PeyamaKurd- Wezîrê Civak, Herêm û Pêşketina Binesaziya Ukraynayê Aleksandr Kubrakov, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dixebitin ku dema Înîsiyatîfa Genimî ya Deryaya Reş dirêj bikin.
Aleksandr Kubrakov, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku hevdîtinên Înîsiyatîfa Genimî ya Deryaya Reş ên di navbera 10 û 11ê Gulanê de li Stenbolê hatin lidarxistin, nirxandin.
Kubrakov diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê pêşniyaz kirine ku muzakere li ser înternetê berdewam bikin û got ku "Şandeya Ukraynayê, ji bo dirêjkirina dema înîsiyatîfa genim hewil dide û destnîşan kir ku divê qeydkirin û kontrolkirina keştiyan bê derengî dewam bike."
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Ukraynayê de jî hat ragihandin ku di 10 û 11ê Gulanê de li bajarê Stenbolê, hevdîtinên dualî û piralî hatin kirin û bi nêzîkatiyên çêker ên aliyan hevdîtinên bikêrhatî hatin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin