PeyamaKurd – Hat ragihandin ku otobûsa rêwiyan a fîrmeya Batmanê, li navçeya Alanya ya Antalyayê rastî êrîşa komekê hatiye û 3 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan, li navçeya Alanya ya Antalyayê dema otobûseke firmaya Ozlem Batmanê di rê de diçû, ji aliyê komekê ve hate sekinandin û rastî êrişê hatiye.
Hat zanîn ku şeva borî çend kesan li tesîseke bêhnvedanê bi ajokar û xebatkarên otobûsa Batmanê re nîqaş kirine û piştre jî rêya otobûsê girtine û êrîşî wan kirine. Di êrîşê de ajokarê otobûsê, mûavîn û rêwiyek birîndar bûne û êrîşkar jî bi otomobîla ku hatine reviyane. Otobûsa Batmanê
Di dîmenên ku rêwiyan bi telefonê tomar kirine de xuya dike ku ajokarê otobûsê û mûavînê wê birîndar in û piştî destwerdana ewil a li nexweşxaneyê otobûs ber bi Batmanê ve bi rê ketiye. Ajokarê otobusê jî di dîmenekê de, daye xuyakirin ku ew êrîş bi hestên nijadperestî li dijî wan hatiye kirin.
Antalya'nın Alanya ilçesinde Batman yolcu otobüsüne ırkçı saldırı.
— Ruken Hatun Turhallı (@rukenturhalli) April 22, 2023
Alanya'da Batmanlı firmaya ait olduğu belirtilen yolcu otobüsünü durduran şahıslar şoförü muavini bir yolcuyu yaraladı.
Saldırıya uğrayan otobüs şoförü saldırının organize edilen ırkçı bir saldırı olduğunu söyledi pic.twitter.com/X8I0BjraEk
Li gorî agahiyên rêwiyan dane, êrîş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin û polîsên hatine cihê bûyerê jî tevî êrîş û heqaretên wan kesan jî mudaxele nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin