PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Civata 68emîn a Parlamenteran a NATOyê, îro li paytexta Îspanyayê ya Madridê dest pê kiriye û hat diyarkirin ku dê civîn 4 rojan dewam bike.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku dê ji 30 welatên endamên NATOyê û ji 21 welatên din, 288 parlamenter û hêmanên parlamentoyê bicivin.
Hat zanîn ku di civînê de dê ji bo pêkanîna biryarên Lûtkeya Rêberan a NATOyê ku di hezîrana borî de hatibûn dayîn, Konsepta Stratejîk a Nû ya NATOyê, modernîzasyona dorfirehtir û aheng, piştgiriya ji bo Ukraynayê û mijarên li dijî gefên Rusyayê, di nav mijarên ku dê werin nirxandin de bin.
Di daxuyaniya beriya civînê hat dayîn de hat gotin ku
“Sekina bi biryardarî ya li hember şerê li dijî Ukraynayê ku belasebeb û bi neheqî û hovane tê kirin, piştgiriya ji bo Ukraynayê, ji bo demokrasiya Ukraynayê, ji bo serxwebûna wê, ji bo serweriya wê û ji bo yekparçeyiya axa wê, jêvegerîna gefên li hember endamên NATOyê û ji bo her buhistek axa NATOyê, dê biryardariya berevaniyê were nîşandan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin