Polonyayê, ji bo hilbijartinan biryarek ragihand

Polonyayê, ji bo hilbijartinan biryarek ragihand

PeyamaKurd- Di pêşnûmaya ku ji aliyê Meclisa Jêrîn a Parlamentoya Polonyayê Sejm ve hat qebûlkirin de hat ragihandin ku her bandoreke biyanî ya li ser pêvajoya hilbijartinê ya li welêt, dê wekî "kiryareke dijminatî" ya li hemberî dewletê bê dîtin.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a Polonyayê PAPê de 204 parlamenteran ji bo pêşnûmeya ku ji aliyê Partiya Hiqûq û Edaletê ve hatiye amadekirin, 175 parlamenteran jî dengên na û 10 parlamenteran jî bêalî man.

Hat diyarkirin ku ev biryar wekî bersivek li ser rexneyên ku Serokê Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ku mezintirîn koma siyasî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Manfred Weber di hevpeyvîna ligel kanala televîzyona ZDFê ya Alman de li hikûmeta Polonyayê dike, hat nirxandin. 

Di biryarnameyê de hat gotin, "Zimanê şerxwazî ​​yê hin siyasetmedarên ku xwe wekî Ewropiyên mînak nîşan didin û armanca wan ku bi hêz û bandorên derve dîmena siyasî ya li Polonyayê ava bikin, dê wekî destwerdana di pêvajoya hilbijartinê de neyê qebûlkirin û li dijî Ewropayê bê dîtin."

Her wiha li Sejmê, pêşniyaza referandûma ku dê 4 pirs ji welatiyan bê kirin, bi hilbijartinên giştî yên ku dê di 15ê Cotmehê de li welêt bên kirin, hatibû qebûlkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin