Pentagon: HSD, ne PKK ye!

Pentagon: HSD, ne PKK ye!

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sererkan Patrick Ryder, di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivandin û diyar kir ku HSD, ne PKK ye.

Li ser mijara ku bûbû sedema nîqaşan, Pentagonê diyar kiribû ku leşkerên Amerîkayê bi helmeta "Şerê IŞÎDê" bi karwanê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî re çûne.

Di vê çarçoveyê de di civîna çapemeniyê ya rojane ya Pentagonê de li ser pirsên rojnamevanan ên ku ji Sererkan Patrick Ryder hatin pirsîn, hat diyarkirin ku Amerîka û HSD, li dijî rêxistina terorî ya IŞÎDê têdikoşin.

Li ser piştraskirina CENTCOMê ku 3 leşkerên Amerîkî bi Mazlûm Kobanî re bûn ku hefteya borî li parêzgeha Silêmaniyê bûbû hedefa êrîşa asîmanî, ji Ryder pirsa pêwendiya HSDê û PKKê hat pirsîn û Ryder di bersiva xwe de bal kişand ser hevkariya ligel HSDê û got ku

“Di vê mijarê de metirsiyên me tunene. Em ji sala 2014an ve bi vê rêxistina ku navê HSDê bi kar tîne re hevkariyê dikin. HSD, ne PKK ye. Em li Suriyeyê, di çarçoveya têkoşîna ligel IŞÎDê de bi HSDê re dixebitin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin